Mini vic.gov.au

This is a low bandwidth version of vic.gov.au. Contents may not be up to date. © Copyright State Government of Victoria

Kurdish - Kinder Tick

Hukûmeta Vîktorya nîşaneke (semboleke) nû heye bo alîkirina malbatên Vîktorya ku zarokxaneyekê bibînin. Jê re dibêjin Kinder Tick. Hukûmeta Vîktorya nîşaneke (semboleke) nû heye bo alîkirina malbatên Vîktorya ku zarokxaneyekê bibînin. Jê re dibêjin Kinder Tick.

Hûn ê vê sembolê bibînin dema hûn werin nav avahiyeke zarokxane yan xizmeta zarokên temenbiçûk lê heye. Heye ku hûn vê sembolê li ser malpera wan jî bibînin.

Ev xizmetên baxçeyên zarokan bi rastî jibo perwerdeya zarokan grîng in.

Kinder Tick weha xuya dike.

Tîk wê wateyê dide ku hukûmeta Vîktorya pereyên wan xizmetan dide.

Zarokên we dê bi rêya lîstikan ji mamosteyên pispor fêr bibin.

Bo nimîne, ew fêrî tiştên derheqê zimên, jimaran û çînan de bibin. Ew ê fêr bibin çawa hevalan ji xwe re çêkin, tiştan parve bikin û guhdarîyê bikin. Ew ê her weha fêrî kiryarên din bibin ku dê bo amadekirina wan ji xwendegehê re alîgir bin.

Ji 2022 ve, zarokên Vîktorya dikarin du salan biçin baxçeyê zarokan pêş destpêkirina xwendegehê.

Bernameyeke baxçê zarokan dikare bibe beşekî ji lênihêrîna zarokan. Dikare herweha bernameyeke cuda be.

Di civaka xwe de (li herêma xwe) li nîşana Kinder Tick bigere. Ger pêdiviya te bi bêtir agahdarî hebû, bi mamosteyên baxçeyê zarokan re bipeyive.

Updated 26 March 2026



About the VIC Government

Grants and programs

Jobs and careers

Arts, culture and heritage

Business and the workplace

Communities

Education and training

Environment, water and energy

Finance and economy

Health and social support

Housing and property

Law and justice

Safety and emergencies

Science and technology

Sport and recreation

Traffic and transport

Working in the Victorian Government